Serokê PWKyê: Tişta ji bo Narînê tê kirin dê ji bo 17 hezar ‘faîlî meçhûlan’ jî bê kirin?

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mustafa Ozçelîk Narîn Guran Faîlî Mechûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji Serokkomarê Tirkiyeyê pirsî, “Ew dewleta ku li Narîna biçûk digere, gelo dê li faîlên hezar ‘faîlî meçhûlan’ û li bi hezaran kesên wendayî jî bigere?”

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Li ser bûyerê li herêmê Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr, AFAD, Brêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr, Brêvebiriya Tenduristiyê ya Bajêr, Zanîngeha Dîcleyê, Şaredariya Mezin a Amedê û ekîbên şaredariya navçeyê li herêmê xebat dane destpêkirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bal kişand ser kar û hewldanên ji bo dîtina Narîn Guranê tên kirin û xwest ku xebatên bi wî rengî ji bo 17 hezar kesên salên 1990î hatine wendakirin an jî kuştin ên wekî “faîlî meçhûl” tên binavkirin bê kirin?

“Em hemû di nav xemeke mezin de ne”

Mustafa Ozçelîk bi bîr xist ku Narîn Guran ji 21ê Tebaxa 2024an ve wenda ye û wiha domand:

 “Keça Kurd a 8 salî  Narîn Gurana Amedî ango Narîna biçûk a delal, 18 roj in ku wenda ye û mixabin em nizanin ka dijî yan na.

Em hemû di nav xemeke mezin de ne. Em hêvî dikin ku Narîna delal bi saxî û selametî bê dîtin û rewşa wê diyar bibe.

Rayedarên dewleta Tirkiyeyê dibêjin ‘Em bi hezaran kesan û sedan amûr, wesayî û cîhazan li Narînê digerin. Helbete ku ev karekî baş e û erenî ye.

Wekî ku tê zanîn, di salên 1990î de 19 hezar kes hatin kuştin û ew kes bi navê ‘faîlî meçhûl’ hatin pênasekirin, faîlên van kuştinan hîn jî nehatine diyarkirin û dîtin.

Bi hezaran ji wan kesên ku wekî ‘faîlî meçhûl’ têne pênasekirin û hatine kuştin, cenazeyên wan nehatine dîtin, malbatên wan heta niha jî negihîştîne cenazeyên wendayiyên xwe.

Niha ez dixwazim ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bipirsim:

‘Gelo ji bo ku cenazeyên wan kesên qesasnediyar ango faîlî meçhûl bê dîtin û ji bo faîlên kuştina wan 17 hezaran bêne tesbîtkirin hûn dê bi hezaran karmendên dewletê û bi sedan amûr, wasite û cîhazan seferber bikin’?

Bi hêvî û daxwaza ku keça me Narîn bi saxî û selametî were dîtin û bigihîje malbata xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst