Li Semsûrê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jineke 68 salî di mala xwe de mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, jina bi navê Aşhan Keskîna 68 salî li mala xwe ji aliyê xizmên xwe ve bê liv û tevger hat dîtin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê ku Aşhan Keskînê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê ji bi otopsiyê termê Aşhan Keskînê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Hate zanîn ku Aşhan Keskîn bi tena serê xwe di malê de dijiya û dêya 4 zarokan e.