Li Dîlokê pîkaba karkeran wergeriya: Kesek mir û 22 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê pîkaba karkerên çandiniyê li otomobîlekê xist û di qezayê de kesek mir û 22 kes birîndar bûn.

Pîkaba ku Ahmet Gussen diajot li kîlometreya 10emîn a rêya Tixbişar-Qirqamiş li otomobîla ku Ertugrul Tamer diajot xist û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê 23 kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Ji birîndaran kesek mir û derket holê ku rewşa 8 kesan jî xedar e.

Di vê navberê de hat zanîn ku birîndar biyanî ne û li navçeya Tixbişar li zeviyê dixebitin û piştî qedandina karên xwe bi pîkabê vedigerin mala xwe.