Li Îlam û Kirmaşanê agir bi daristanan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Îlam û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê dîsa agir bi daristanan ket.

Qaymeqamê Dereşarê Hoşeng Tahir ragihand ku bi hevkariya xelkê tîmên wan karîn agirê li daristanan vemrînin lê vê sibehê cardin agir bi daristanan ket.

Hoşeng Tahir da zanîn ku heta niha ew agir nehatiye kontrolkirin.

Li Kirmaşanê jî şevê din agir bi daristanên Fîrozawa ket lê piştî destwerdanê ew agir hat kontrolkirin.

Qaymeqamê Fîrozawayê Înşala Kulanî got ku metirsî heye cardin agir bi wê daristanê bikeve û fereh bibe.

Bi gotina Înşala Kulanî  sedema wê yekê jî ew e ku hinek kes bi zanebûn agir berdidin daristanan.