Li Norşînê barana gur: Zerer gihîşt malan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Norşîn Barana Gur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gur bariya û lehî rabû.

Di encama lehiyê de av ket hundirê çend malan û zerer gihîşte wan.

Doh danê êvarê li gundê Boryanê yê navçeya Norşînê ya Bedlîsê baraneke gur dest pê kir û bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Ji ber barana gur, av rabû û ket hundirê çend malan, di encamê de zerer gihîşte 3 malan.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê çûnd gund.

Hat ragihandin ku dê tîmên peywendîdar dest bi destnîşankirina zereran bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst