KERKÛK - Cotkarên Kurd û Tirkmen daxwaza vegerandina zeviyên xwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Kurd û Tirkmen ên parêzgeha Kerkûkê got, “Hinek alî hîn ji xewna xwe ya dagirkeriyê şiyar nebûne û dixwazin dest dayînin ser milkên me.”

Nûnerê cotkarên navçeya Topizawayê ya Kerkûkê Satih Nasih doh peyama hevbeş a cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê xwend û got:

“Nêzîkî 50 sal in em qurbaniyên yekem ên biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî ne.

Em bangî parlamenterên Kurd û Tirkmen dikin ku bi rêya parlamentoyê ji bo hilweşandina van biryaran hewl bidin.”

Projeyasaya vegerandina mal û milkên li xwediyên wan biryar bû roja sêşemê li Parlamentoya Îraqê were xwendin.

Cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê ragihand:

“Di bin zextên hinek aliyên siyasî yên Ereban ev projeyasa nehat rojevê û nehat xwendin.”

Nûnerê cotkarên navçeya Topizawayê ya Kerkûkê Satih Nasih anî ziman:

“Dengên gemar ên li Parlamentoya Îraqê ku rê li ber betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî digirin.

Hîn ji xewna dagirkeriyê şiyar nebûne û dixwazin dest dayînin ser mal û milkên xelkê.

Heger daxwazên me neyên bicihanîn, em dê li Kerkûkê dest bi xwepêşandan û greva giştî bikin.”

Nêzîkî 50 sal berê rejîma Beasê bi sedan donim erd ji cotkarên Kurd standibûn û beşek ji wan dabûn Erebên hawirde û yên din jî dabûn wezaretên Îraqê.

20 sal in hewl tên dayîn ku biryar werin pûçkirin.