Li Agiriyê agir bi xaniyekî ket û bi temamî şewitî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Giyadînê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û mal bi temamî şewitî.

Li gundê Dalorena Jorê ya navçeya Diyadînê, îro ji ber sedemeke ne diyar agir bi mala kesê bi navê Abdurehman Ozden ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di encama kar û xebatên tîmên parastina sivîlan de agir hat vemirnadin

Di encama şewatê de tiştek bi kesî nehat lê xanî bi temamî şewitî.