Komeleya Otîzmê ya Amerîkî bawernameya destxweşiyê dide Rûdawê

07-09-2023
RÛDAW
Nîşan Komeleya Otîzmê ya Amerîkî Otîzm
A+ A-

Kampanyaya rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser pêketiyên otîzmê ku hefteyekê dom kir, li ser asta cîhanê deng veda û rêz lê hat girtin.

Komeleya Otîzmê ya Amerîkî roja 7ê îlonê bawernameya rêzgirtin û destxweşiyê dide Tora Medyayî ya Rûdawê, li hember kampanyaya Rûdawê derbarê pêketiyên otîzmê li Herêma Kurdistanê ku hefteyekê berdewam kir.

Komeleya Otîzmê ya Amerîkî ku berî 58 salan hatiye damezrandin, komeleya herî mezin a hevkarî û parastina mafên pêketiyên otîzmê li Amerîka û cîhanê ye.

Bawername û destxweşiya ku bi Tora Medyayî ya Rûdawê hat dayîn, ji aliyê Serok û Rêveberê Cîbicîkar Christopher Banks û Seroka Boarda Komeleya Otîzmê ya Amerîkî Tracy Staley ve hat pêşkêşkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di dema (7- 14.08.2023)an de, rûmaleke mezin û berfireh li ser otîzmê li Herêma Kurdistanê kir. Bi mebesta dirustkirina hişmendiyeke civakî li ser pêketiyên otîzmê û nîşandana pêdiviyên pêketiyan û malbatên wan. Her wiha, bi mebesta nîşandana zehmetiyên wan û malbatên wan.

Rûdawê di hefteya behskirî de gelek rapor, newsfîçer, nûçe û programên bibandor li ser pêketiyên otîzmê li Kurdistanê weşand.

Ev bawername û destxweşiya mezintirîn komeleya hevkarî û parastina mafên pêketiyên otîzmê li cîhanê, pencereyeke mezin ji bo nîşandana rewşa pêketiyên otîzmê li Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina projeyan ji bo wergirtina alîkariyê ji wan re ji rêxistinên cîhanê vedike.

Tora Medyayî ya Rûdawê     

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst