DÊREZOR - Li bajarokê Hecînê ard peyda nabe

07-09-2023
RÛDAW
Ji ber rewşa aloz firnan karê xwe rawestandiye
Ji ber rewşa aloz firnan karê xwe rawestandiye
Nîşan Dêrezor Hecîn Nan Ard
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê li rojhilatê Dêrezorê gelek firinên li herêmê rawestiya ne.

Ji şer û pevçûnên li hemberî çekdarên alîgirên fermandeyê berê yê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê, ev demek e rewşa ewlehî û leşkerî li devera Dêrezorê necîgir e.

Şer û prvçûnan tesîr li ser peydakirina kelûpelên xwarin û vexwarinê jî kiriye.

Ji ber rewşa aloz firinan jî karê xwe rawestandiye.

Xwediyê firneyeke bajarokê Hecînê yê Dêrezorê dibêje ji ber şerê li navçeyê ji wan kare xwe rawestandiye.

Welatî Wail Mehmûd jî got, “Ji destpêka kirîzê ve, ard nagihejê me. Li navçeya me ji ber nebûna ard li krîzek derketiye."

Xelkê bajarokê Hecînê niha tenûran ji bo nanpehtinê bi kar tînin lê têra nişteciyan nake.

Welatî Elî Ehmed jî got: “Ji ber sedema pirsgirkên ku derketine firin kar nakin û ne ard û ne sotemenî jî nemane.

Piraniya malbatan ard nîne, genim jî tune û nikarin nan ji firneyên taybet bikirin. 6 nan ku têra 2 kesan nakin li firneyên taybet bi 4500 Lîreyî Sûrî ne."

Piştî ku alîgirên Ebû Xewle û Îbrahîm el-Hifil çek li dijî hêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hilgirtibûn, şervanên HSDyê bêyî ku şer bikin ji bajarokê Hecînê vekişiyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst