Li parka zarokan bi çekan pev çûn: 2 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parekeke zarokan a parêzgeha Xarpetê 2 grûpan bi çekan pev çûn û piştî şer 2 kes hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan li parkeke zarokan a li taxa Sarayatîkê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemek nediyar di nav 2 grûpan de pevçûna çekdarî derket.
Her du grûpan bi çekan pev çûn û ev yek di nav xelkê taxê û zarokan de bû sedema tirseke mezin.
Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê lê li gor zanyariyan ti kes birîndar nebûye.
Hat ragihandin ku piştre hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û 2 kesên ku pev çûne desteser kiriye.
Hejmarek kes jî piştî pevçûnê reviyane û xebatên ji bo desteserkirina wan berdewam in.