Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di şerê li gundê Ereb Hesenê de 5 endamên grûpên çekdar hatin kuştin û 11 çekdar jî birîndar bûn.
Navenda Ragihadina Encûmena Leşkerî ya Minbicê di derbarê rewşa dawî ya navçeyê û êrîşa grûpên çekdar de daxuyaniyek belav kir.
Çekdar bi navê hawarçûna eşîretan ji tevahiya navçeyên di bin destê Tirkiye, opozisyona Sûriye û Desteya Tehrîr el-Şamê de ji çend rojan ve amadehiya êriş û şer dikin.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Îro çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Ereb Hesenê êrişî me kirin.
Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê êrIşa Tehrîr El-Şamê têkşikand.”
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê wergirtine, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam, Ensar el-Tewhîd, Emşat, Hemzat û Ehrar el-Şamê di bin perdeya navên eşîretan û hawarçûna êşîretên Dêrezorê de li navçeyê tên komkirin.
“Çekdaran gelek çek û teqemenî li dû xwe hiştin”
Encûmena Leşkerî ya Minbicê herwiha got:
“Di şerê li gundê Ereb Hesenê de 5 çekdar hatin kuştin û 11 çekdar jî birîndar bûn.
Çekdaran gelek çek û teqemenî li dû xwe hiştin.”
Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê topbaran û balafirên şer ên Rûsyayê jî bombebaranên li ser pêgehên Tehrîr el-Şam û Ensar el-Tewhîdê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê zêde kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse