Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Êrîşên li dijî baregehên me yên li Sûriyeyê zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku êrîşên li dijî baregehên wan ên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê zêde bûne.

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk li ser wê yekê got, “Ji destpêka îsal ve 165 êrîş çêbûne.”

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew qat bi qat bi zêdetir bersiva wan êrîşan didin û got:

“Ji aliyê leşkerên me ve 24 ji wan di hefteya dawî de 864 terorîst hatine bê bandorkirin.”

Tirkiyeyê ji sala 2016an ve 3 operasyonên serbazî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê kirine.

Tirkiyeyê di Tebaxa sala 2016an de oparasyoneke bi navê Mertala Firatê da destpêkirin û navçeyên Cereblus, Bab û Ezazê bi dest xist ku li dijî DAIŞê bû.

Tirkiyeyê roja 20ê Kanûna Paşîn 2018an di oparasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê de Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kir.

Roja 9ê Çiriya Pêşîna 2019an di oparasyona bi navê Kaniya Aştiyê de jî navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Ji wê demê ve baregehên leşkerên Tirkiyeyê di nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de ne.

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk anî ziman:

“Ji destpêka îsal ve 69 ji wan di hefteya dawî de, 165 êrîş çêbûne. Ji aliyê leşkerên me ve 24 ji wan di hefteyek dawî de 864 terorîst hatine bê bandorkirin.

Dema em li van hefteyên dawî dinêrin êrîşên li dijî baregehên me yên li Sûriyeyê bi awayekî cidî zêde bûne.”