FEDAŞê jî dest bi qutkirina avê kir: Li Dêrsimê 2 roj in ava 3 taxan nîne

07-09-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim FEDAŞ Av
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku derdora wê çem û kanî ne pirsgirêka avê heye.

FEDAŞ mehek e li wî bajarî elektrîkê li ser welatiyan qut dike.

Du roj in jî li taxên Ataturk, Cumhuriyet û Aktulukê av li ser welatiyan qut kiriye.

Welatî bêav in û bêzar bûne.

Niha tîmên Parastina Sivîlan ên şaredariyê bi tankeran avê ji welatiyan re dibin.

Xelk bi galon û bîdonan avê werdigire û dibêje di vê germahiyê de av nîne.

Divê di demeke kurt de ev pirsgirêk ji aliyê rayedaran ve were çareserkirin.

Şêniya Dersimê Beser Akinê anî ziman:

“Ev 2 roj in elektrîk û ava me nîne, em mexdûr in.

Zarokên me diçin dibistanê, dersên wan hene.”

Mavi Bosorê jî li ser nebûna avê got:

“Îro 2 roj in nîne.”

Li Dêrsimê mexdûriya ji destê kompanyaya FEDAŞê ne tenê welatiyên van her sê taxan e.

Niha karê vê kompanyayê bandoreke nerênî li jiyana hemû xelkê bajêr kiriye.

Eger kar nebe aştî û azadî jî nîne

FEDAŞê 9ê Tebaxê 17 karker ji kar derxistibûn û li dijî vê biryarê karkeran dest bi çalakiyekê kiribû

Çalakiya karkeran li Kolana Hunerê berdewam e û karker dibêjin eger kar nebe aştî û azadî jî nîne.

Welatî Necla Durmazê jî li ser qutkirina elektrîkê got:

“Jixwe germ e, bêhn ji tuwaletan tê. Zarokên me mexdûr in, zehmet e. Dê heta kengî wiha be?”

Şaredariya Dêrsimê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman:

“Wan bi berpirsên FEDAŞê û nûnerên sazî û sendîkayan re hevdîtin kiriye.

Me ji wê kompanyayê xwest ku di demeke kurt de mafê karkeran bide û av û elektrîka welatiyan berde.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst