Li Bakurê Kurdistanê li hemberî erdhejan kîjan parêzgeh herî bi ewle ne?

07-09-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê Bilind ê Jeofîzîkê û Pisporê Erdhejan Prof. Dr. Ovgun ragihand ku parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê li hemberî erdhejên wêranker bajarên herî bi ewle ne.

Endezyarê Bilind ê Jeofîzîkê û Pisporê Erdhejan Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan bi peyamekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî 21 parêzgehên li hemberî erdhejan herî bi ewle ne eşkere kirin.

Li gorî Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan, parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê di nav wan 21 parêzgehan de ne ku li hemberî erdhejan herî bi ewle û bêmetirsî ne.

Prof. Dr. Ercan di peyama xwe de got:

“Di warê erdhejên wêranker de bajarên herî ewle yên Tirkiyeyê: Kirklarelî, Zonguldak, Kastamonu, Sînop, Samsun, Gîresun, Ordu, Trabzon, Rîze, Artvîn, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Riha, Mersîn, Antalya, Konya, Karaman, Nîgde, Nevşehîr û Enqere ne.''

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 50 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Herwiha bi deh hezaran xanî û avahî hilweşiyan.

Piştî wê erdhejê li ba piraniya welatiyan tirs çêbûye û mereq dikin ka bajar û navçeyên ku ew lê dijîn ji bo erdhejan metirsîdar in yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst