Li Mûşê zarokek di çem de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 15 salî di Çemê Mûradê de xeniqî.

Roja Çarşemê li gundê Keregilê yê girêdayî navçeya Kopê zarokê bi navê Berkan Dag ji bo seyranê bi hevalên xwe re çû qeraxa Çemê Muradê.

Berkan Dag piştî demekê ji bo avjeniyê ket çem lê li ber ava çem çû û wenda bû.

Li ser agahdarinê tîmên Şaredariya Kopê û Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê.

Tîmên navborî ji bo dîtina Dag dest bi lêgerînê kir.

Termê Berkan Dag ji çem hat derxistin û ji ber karûbarên otopsiyê tîman termê wî bir nexweşxaneyê.

Muxtarê Gund Kerem Tanrikulu ragihand ku ew zarokê 15 salî bi 8 hevalên xwe re ji bo seyranê çûbûn qeraxa çem.

Kerem Tanrikulu herwiha da zanîn ku ew zarok tevî hişyariyên hevalên xwe ketiye nav çem û got:

“Dema Berkan ber avê çû hevalên wî hewl didin wî rizgar bikin lê ji ber ku çem kûr bû nikarîne wî derbixin.”