Nêçîrvan Barzanî bi şanda leşkerî ya Brîtanya re yekkirina hêzên Pêşmerge gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ji bo yekkirin û reformên di nava Hêzên Pêşmerge de, Herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî heye. Nêçîrvan Barzanî amaje bi alîkarî û piştgiriyên Brîtanyayê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de kir û tekez kir, ew piştgirî divê bidome.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşembê 7ê Îlona 2022an li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê General Sammy Sampson û şandeya pê re kir.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hunt jî di hevdîtinê de amade bûn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “têkiliyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê, herwiha proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.”

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir ku di dema şerê li dijî DAIŞê de alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û, tekezî li ser “berdewamiya alîkariyên Brîtanya û civaka navdewletî ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û serxistina proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge kir.”

Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê hatiye kirin û li gor daxuyaniyê, her du alî hevfikir bûn li ser wê yekê ku pêwîstiya aliyên siyasî bi lihevtêgihiştin û rêkeftinekê ji bo derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya proseya siyasî li Iraqê û parastina aramî û seqamgîriya siyasî li welat heye.

Her du aliyan herwiha tekezî li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di beşeke din a civînê de,

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û pêşhatên navçeyê bi giştî di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û şanda leşkerî ya Brîtanyayê de hatine gotûbêjkirin.