Galeriya wêneyan

07-09-2022
11 Photos
Bilind T. Abdullah

Bi deh hezaran ziyaretkarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji deriyê sînorî yê bajarokê Hacî Omeran ê Hewlêrê derbas dibin û diçin bajarên Kerbela û Necefê yên Iraqê ku ji bo bîranîna çileya (Erbaîn) roja kuştina Hz. Husên û 72 kes pê re.

Di nav her sê deriyên sînorî yên navdewletî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, îsal bo yekem car deriyên Hacî Omeran û Başmaxê ji bo geştyarên Îranî û yên ji Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin. Li aliyê din deriyê sînorî yê Pervîzxanê ji ber ku nêzî deriyê Munzuriye yê di bin kontrola Iraqê de ye nayê bikaranîn.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav ji Rûdawê re ragihand, li Hacî Omeran, Soran û Hewlêrê ji bo ziyaretkaran cih hatine amadekirin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî ji Rûdawê re ragihand ku hemû amadekarî ji bo ziyaretkaran hatine kirin.

Her sal bi sedhezaran kes ji çar aliyên cîhanê bi taybet Îran, Efxanistan û Lubnanê beşdarî merasimên ji bo salvegera kuştina Hz. Husên û 72 kesên pê re, li Kerbelayê dibin.