Li Rihayê 2 bûyerên trafîkê: 1 mirî, 3 birîndar

07-09-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya bakurê Kurdistanê di encama du bûyerên trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li Rihayê şofêrê ku ji otomobîla xwe peya dibe û otombêleke din ji pişt ve lê dide canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan li ser rêya di navbera Dîlok û Rihayê de şofêrê bi navê Halîl Tokmak di rê de tiştek ji destan dikeve û li ser vê yekê otomobîla xwe dibe aliyekê, radiwetîne û tê ser rê li wê tişta winda kirî digere, di wê kêliyê de otomobîlek ji pişt ve tê lêdixe û wî birîndar dike.

Li ser agadarkirinê tîmên tendirûstiyê tên cihê bûyerê û Halîl Tokmak radikin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewildanan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.

Hat ragihandin di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye despêkirin.

Li Siwêregê di qezayê de 3 kes birîndar bûn

Heriwha li navçeya Siwêregê ya Rihayê mînîbûsek û barhilgirek li hev qelibîn, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst