Makbule Ozer a 80 salî hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya bi nexweşiya giran Makbule Ozer a 80 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, hat berdan.

Makbule Ozer a 80 salî û Hadî Ozer ê hevjînê wê ku di 9ê Gulanê de bi tohmeta "alîkariya rêxistina terorê" li navçeya Artemêt a Wanê bi cezaya 2 sal û mehek a girtîgehê hatibû girtin, ew tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran jî ji girtîgehê bernedidan.

Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo Makbule ya ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nekarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, biryara taloqkirina salekê ya cezaya girtîgehê da.

Ev biryar ji aliyê parêzerên wî yên ku îro çûne hevdîtinê wê hat ragihandin.

Li aliyê din malbat û merivên wê ji bo wergirtina Makbule Ozer ber bi girtîgehê ve bi rê ketin.

Kurê Makbule Ozer a 80 salî û Hadî Ozer ê 79 salî, Ubeydullah Ozer li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Çavên me ronî dayika min hat berdan, aqubet li bavê min be jî."