Li Qersê zîpik: Baxçeyên fêkiyan zerar dîtin

07-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaqizmanê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, zîpik barî û zerar gihande baxçeyên fêkiyan.

Di demekê de ku li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germê di ser 40 pileyî re ye, li Qaqizmanê piştî baraneke zêde zîpikê dest pê kir.

Ji ber zîpika ku mezinahiya wê bi qasî gûzan bû baxçeyên sêv û hirmiyan zerar dîtin. Ji ber zîpikê erd spî bûn.

Xwediyê baxçeyê fêkiyan Abdullah Îpek got: “Demeke baran jî nedibariya, lê bi carekê de zîpikê dest pê kir. Ji ber zîpikê fêkî ji daran ketin, hinek jî parçe bûn. Demeke dirêj e, me şiliyeke wiha nedîtibû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst