Fermandarê Supaya Quds: Plana Amerîkayê ye Îran û Sunnî şerê hev bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Îsmaîl Qaanî dibêje, Amerîkayê plan daniye li navçeyê Îran û Sunniyan bi hev bide şerkirin, lê Tehran hewl dide tûşî şereke wisa nebe. Qaanî diyar dike, “li Efxanistanê tişta ji bo me giring ev e ku ewlehiya Komara Îslamî xirab nebe.”

Parlamentoya Îranê îro Sêşemê 7ê Îlona 2021 civîneke girtî di derbarê rewşa Efxanistanê de saz kir û Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Îsmaîl Qaanî beşdarî civînê bû û li gor medyayên Îranê, Qaanî di civîna îro de derbarê rewşa Efxanistanê piştî kontrolkirina wî welatî ji aliyê Talibanê ve û geşedanên dawî yên li wî welatî raportek pêşkêşî parlamenteran kiriye.

Derbarê naveroka civîna Parlamentoya Îranê ya li gel Fermandarê Supaya Quds de, ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê parlamento an Supaya Pasdaran ve nehatiye belavkirin, lê hin parlamenterên di civînê de, di gotûbêjên li gel medyayên Îranê de hin zanyarî derbarê civînê û axavtinên Îsmaîl Qaanî de aşkere kirine.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, Fermandarê Supaya Quds Îsmaîl Qaanî di civîna îro de ji parlamenterên Îranê re gotiye, ew li gel Talibanê di têkiliyê de ne ji bo ku berevaniyê li şîeyên Efxanistanê bikin, lê diyar kiriye bikaranîna hêza leşkerî ne di rojeva wan de ye.

Nizamedîn Mûsewî, Berdevkê Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê têkildarî naveroka axavtinên Qaanî de ragihandiye, Fermandarê Supaya Quds ji wan re gotiye Îran li gel Talibanê di nava têkiliyê de ne û pêwendiyên baş ên di navbera Tehran û Kabulê de dê berdewam bin.

Ehmed Elîriza Bêygî, Parlamenterê Tewrêzê jî ji ajansa Mehr a Îranê re daye xuyakirin, Îsmaîl Qaanî di axavtinên xwe amaje bi planeke Amerîkayê li dijî Îranê kiriye û diyar kiriye, Îran hewl dide nekeve xefikê.

Bêygî gotiye, Qaanî tekez kir, “tişta ku li Efxanistanê ji bo me giring e, ev e ku ewlehiya Komara Îslamî xirab nebe.”

Wî parlamenterî ji zarê Qaanî ve destnîşan kiriye, “Plana Amerîkayê ev e ku Îranê tûşî şer li gel cîhana Sunnî bike, lewra Komara Îslamî divê bi awayekê tevbigere ku ewlehiya Îranê xirab nebe û Amerîka negihe armancên xwe.”

Bi gotina wî parlamenterî, Fermandarê Supaya Quds tekez kiriye, şîeyên Îranê ji bo Îranê pir giring in, lê Tehran naxwaze parastina wan û dabînkirina mafên wan bi rêya bikaranîna hêza leşkerî û şer bem û ew hewl didin hemû pêkhate di desthilata bê ya Efxanistanê de beşdar bibin.

Tevgera Talibanê ji roja 15ê Tebaxê ve dest daniye ser rêveberiya li Efxanistanê û hema hema tevahiya welat kontrol kiriye, tenê parêzgeha Pencşîrê nebe, ku hêj li hin deverên wê parêzgehê şer di navbera çekdarên Talibanê û hêzên Eniya Berxwedana Niştimanî (NRF) de ku Ehmed Mesûd serokatiya wan dike, berdewam e.

Heta niha Îranê bi zelalî , derbarê rewşa Efxanistanê de eşkere  nekirye , ku  ka wê çawa riftarê li gel desthilata Taliban bike. Doh Îranê bo yekemîn car, êrişa  tevegra Talibanê bo ser wîlayeta Pencşîrê û kontrolkirina beşek ji wê wîlayetê bi tundî şermezar kir.