Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Ewropayê Borell civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Ewropayê Josep Borell îro Sêşemê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civîna wan destpê kir.

Josep Borell li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin û piştre ber bi ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ve birêket.

Borell û şanda pê re li ofîsa serokatiyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan dest pê kir.

Biryar e Borell di serdana xwe de, li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî derbarê serdana Borell de ji Rûdawê re ragihand, “Herêma Kurdistanê beşek e ji rêkeftina giştgir a piralî ya di navbera Bexda û Yekîtiya Ewropayê de. Josep Borrell ji bo aktîvkirina wê rêkeftinê serdana Bexda û Hewlêrê dike.”

Josep Borrell bi xwe derbarê serdana xwe û pêwendiyên YE li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de ragihandiye, “Pêwendiyên me yên dualî û hevbeş û rêkeftinnameyên me yên alîkariyê ligel Iraqê gelekî baş in û li ser bingeheke bihêz hatine avakirin ji bo piştgiriya wan hevbeşên me, em li vê derê ne da ku li ser wan karan berdewam bin, herwiha em hewlê ji bo piştgirîkirina hevahengiya aborî didin, ku sala 2014an hate îmzekirin, me milyarek û 300 milyon euro ji bo çalakiyên aborî û ewlehî û mirovî bexşandiye bi Iraqê, herwiha em bi pêdana şêwirê ji bo piştgirîkirina Iraqê pabend dibin.”

Yekîtiya Ewropayê, ji sala 2015an ve nivîsgeha xwe li bajarê Hewlêrê vekiriye, berê çend caran berpirsên Yekîtiya Ewropayê, di nav wan de Federica Mogherini berpisa berê ya karûberên derve ya Yekîtiya Ewropayê, sala 2014an serdana Hewlêrê kiribû.

Niyaz Barzanî, Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, “piştî proseya rizgarî li Iraqê, Herêma Kurdistanê bûye karakterekî sereke di proseya siyasî, serbazî, aborî û miorvî ya li welat, bi taybet ev yek piştî şerê DAIŞê zêdetir xuya bû dema Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê roleke mezin dît di têkbirina Xelafeta DAIŞê de û paşê jî Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon koçber û penaber vehewand, ew jî bû cihê pesndan û pêzanîna Yekîtiya Ewropa û piraniya civaka navdewletî, lewra Herêma Kurdistanê ne tenê li Iraqê, lê belê di asta navçeyê û civaka navdewletî de jî bûye faktorek ji bo seqamgîriyê û Yekîtiya Ewropa û endamên din ên civaka navdewletî guh didin nêrîna Herêma Kurdistanê.”

Ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê, 16 ji wan an konsulxane an jî nûnerayetiyên wan ên bazirganî li Herêma Kurdistanê hene. Herwiha 7 nûnerayetiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li welatên Yekîtiya Ewropayê hene û pêwendiyên siyasî û dîplomasî û bazirganî di navbera Ewropa û Herêma Kurdistanê de, aram û pêşketî ne.

Di gelek helkeft û demên cuda de, berpirsên Ewropayê bi girîngî li rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û lixwegirtina hejmareke zêde ji koçber û penaberan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nihêriye û aramiya Herêma Kurdistanê li cem wê girîng bû, ji bê vê yekê jî alîkariyên xwe pêşkêş kirin, bi taybetî di şerê terorê de.