YPGê îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red dike

07-09-2021
RÛDAW
Nîşan YPG Efrîn Rojavayê Kurdistanê Wezareta Berevaniya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê yên têkildarî teqîna li Efrînê ya 5ê Îlonê red dike û dibêje divê gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên Tirkiyê bawer nekin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG têkildarî îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro daxuyaniyek da. YP’ê da zanîn ku îdiaya têkildarî teqîna li Efrînê ya 5ê Îlonê ku hêzên wan pêk aniye, derew e.

YPGê di daxuyaniya xwe dibêje Tirkiyê rojane li Efrînê sûcên mirovahiyê li dijî gelê herêmê pêk tîne û hewl dide pê hêzên wan tawanbar bike.

YPG ku tawanbariya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya têkildarî teqîna li Efrînê red dike, dibêje ku çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê, her roj êrişên  xwe zêde dikin û hem demografyaya herêmê diguherînin, hem xwezaya herêmê têk didin, hem jî her roj binpêkirinên nû pêk tînin.

YPG herwiha dide zanîn ku çekdarên girêdayî Tirkiyê her roj bi hev re di nav pêvçûnan de ne, li gel vê jî li ser gelê herêmê her cure zext û zordariyê ferz dikin û Tirkiye û çekdarên girêdayî wê dixwazin binpêkirin û êrişên ku bi xwe dikin, hewl dide “wekî ku hêzên me ew pêk anîne, bidin nîşandan.”

Roja 5ê Îlonê, li Efrînê teqînekê rû da. Ev teqîn ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve, wekî ku ji aliyê hêzên ser bi YPGê ve hatiye kirin, hat nîşandan.

YPG dibêje: “Ev îdiayê Tirkiyê  ne rast e,  armanca nûçe û daxuyaniyên bi vê awayî, şerê psîkolojîk e. Divê gelê me û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên dewleta dagirker bawer nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst