Josep Borrell: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a aramiya navçeyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrell civiyan û di wê hevdîtinê de Borrell got ku “Herêma Kurdistanê faktoreke girîng aramiya navçeyê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 7ê Îlona 2021ê pêşwazî li Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrell kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Josep Borrell amaje bi girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kir got: “Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a navçeyê ye.”

Borrell tekez kir ku ew dê li ser berdewambûna alîkarî û hemahengiya Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê terorê de berdewam bin.

Mesrûr Barzanî ji ber “helwesta dostanî ya Yekîtiya Ewropayê di piştgirîkirina Herêma Kurdistanê de” spasiyên xwe pêşkeş kir û bal kişand li ser girîngiya rola çavdêrane ya tîmên Yekîtiya Ewropayê di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de.

Barzanî daxwaz kir ku tîmên Yekîtiya Ewropayê, rola xwe bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, di encamdana hilbijartinên pak ku maf û xwesteka pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike hebe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heman demê de tekezî li wê yekê kir ku divê destûra Iraqê were cîbicîkirin û yeksanî û dadperwerî û şirekatiya rasteqîn bibin bingeha hukmeke saxlem li Iraqê.

Herwiha pêşvebirina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê û çaksaziyên kabîneya nehem û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê û rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.