Hevserokê berê yê Şaredariya Dêrsimê ji doza `Hevserokatiyê` azad bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Alî Bul ji doza ku bi hinceta `Hevserokatiyê` li dijî wî hatibû destpêkirin azad bû.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 2016an Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Ali Bul ji kar dûrxist û li cihê wî qeyyûm danî û bi hinceta `Hevserokatiyê` derbarê Hevserokê Şaredariya Dersîmê ku di rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû bi îddîaya ku erka xwe xirab birêve biriye doz hate vekirin. Rûniştina vê doze li Dadgeha Cezayê ya 1emîn a Dêrsimê hate dîtin û di vê rûniştina ku Bul beşdar nebû biryara azadbûnê hate dayîn.

Dadgehê biryar da ku bikaranîna peyva `Hevserokatiyê` ne suceke û hate gotin ku ev biryar li gor raporta kesên pispor ku diyar kirine bikaranîna peyva `Hevserokatiyê` zirarekê na de civakê.

Parêzerê Bul Bariş Yildirim derbarê biryarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Serokê me yê Şaredariya Dersîm yê berê Mehmet Ali Bul ji doza bikaranîna peyva `Hevserokatiyê` û  erka xwe xirab bi cîhanînê azad bû.”

Mehmet Ali Bul ji Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) di hilbijartinên herêmî yên 2014an de bi rêjeya %42 deng wergirtin û bû serokê şaredariya Dêrsimê.