Şanda CHPê li Hewlêrê bi Aydin Meruf re hevdîtin kir

07-09-2021
RÛDAW
Nîşan CHP Herêma Kurdistanê Aydin Maruf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya di pêşengiya Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici de bi Wezîrê Berpirsê Pêkhateyên Nijadî û Olî yê Herêma Kurdistanê Aydin Merûf ku re hevdîtin kirin.

Şanda CHPê di çarçoveya serdanên xwe de li Hewlêrê serdana Encûmena Rêvebirina Eniya Tirkmenên Iraqê û Wezîrê Berpirsê Pêkhateyên Nijadî û Olî Aydin Merûf, Parlementerê Eniya Tirkmenan Îmdat Bîlal û rêvebirên Tirkmen kir.

Piştî hevdîtinê Salici daxuyanî da û got ku duh li Kerkûkê navenda Eniya Tirkmenan a Iraqê ziyaret kirin û îro jî li Hewlêrê bi Aydin Meruf ku di heman demê de Endamê Lijneya Rêvebirina Eniya Tirkmenên Iraqê ye re hevdîtin kirin.

Lijneya CHPê di çarçoveya serdana xwe ya li Hewlêrê da bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re jî hatibûn ba hev.

Şandê di serdana xwe ya li Kerkûkê de jî bi Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê Hasan Turan re jî hevdîtin kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst