CHPê derbarê Mîhraç Mîroglu de pêşniyazname da parlamentoyê

07-09-2021
RÛDAW
Nîşan Mîhraç Mîroglu Hezex CHP Parlamentoya Tikiyê Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP), derbarê Mîhraç Mîroglu zarokê li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ku wesayîteke zirxpoş a hêzên emnî bû sedema can ji dest dana wî, bo komîsyona lêkolînê bê avakirin pêşniyazname da Parlamentoya Tirkiyê.

Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexê 3ê Îlonê, wesayîteke zirxpoş a hêzên ewlekariyê li zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu da û piştre canê xwe ji dest da. Polîsê ku bû sedema mirina Mîhraç Mîroglu, piştî wergirtina îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan.

Parlamenterên CHPê yên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirov, Mahmut Tanal, Servet Unsal û Îrfan Kaplan ji bo derbarê can ji dest dana Mîhraç Mîroglu de lêkolîn bê kirin serî li Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê dan.

Parlamenterên CHPê di serlêdana xwe de gotin: “Derbarê bûyera Mîhraç Mîroglu de tê gotin ku wesayîtên zirxpoş bi lez diçin, rêzikên trafîkê bi cîh nayînin û li gor dilê xwe tevdigerin. Ji ber di bûyerê de lêpirsîneke baş nayê kirin ceza nayê ferzkirin. Ti mafek ne di ser mafê jiyanê re ye.”

Parlamenterên CHPê rapora Komelaya Mafên Mirov a Şaxa Amedê bibîr xistin ku tê de hatiye gotin 10 salên dawî di 63 bûyerên trafîkê yên wesayîtên zirxpoş de 16 zarok, 6 jin bi giştî 36 kesan canê xwe ji dest dane û 85 kes jî birîndar bûne.

Parlamenterên CHPê daxwaz kirine, berpirsyarên bûyera Mîhraç Mîroglu bên destnîşankirin û îdiayên malbat û xelkê herêmê li cihê bûyerê bên lêkolînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst