Duyemîn pêşangeha Veberhênana Avahîsazî û Xanûberan a Hewlêrê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn pêşangeha Veberhênana Avahîsazî û Xanûberan a Hewlêrê îro roja Sêşemê bi beşdariya zêdetirî 150 kompaniyên biyanî û xwecihî ku armanca wan teşwîqkirina veberhênanê li Herêma Kurdistanê ye, dest pê kir.

Yek ji organîzatora pêşangehê Sazan Ehmed ji Rûdawê re got  “Di pêşangehê de hin warên girîng yê wek veberhênan, avahî, xanî, materyalên avahiyê û her weha mobîlya hene. Wek em dizanin ev sektor li Herêma Kurdistanê girîng in û gelek pêş ketina. Me girîng dît ku li Herêma Kurdistanê cihek wusa were vekirin.”

Pêşangeha Veberhênana Avahîsazî û Xanûberan a Hewlêrê dê di navbera 7 – 10 Îlonê de vekirî be û bi dehan kompanî ji Îran, Tirkiye, Qibris, Yunan, Uman, Îmarat û Almanyayê beşdar dibin.

Organîzatorekî din ê pêşangehê Herdî Selam îjî Rûdawê re got “Di wan çar rojan de di gelek projeyan de pêşniyarên taybetî hene. Welatî dikarin rasterast ji van projeyan bikirin û bifroşin. Gelek kompanî projeyên xwe yên nû hene. Ji sedî 5 heya 10 daşikandin hene.”

Herwiha Herdî Selam got “Armanca me ji vekirina van pêşengehan ew e ku em sermayedarên biyanî û herêmî teşwîq bikin ku li Herêma Kurdistanê zêdetir veberhênanê bikin. Ew dê bandorek erênî li ser bazara aborî ya Herêmê bike.”

Xanî yek ji sektorên herî girîng ên Herêma Kurdistanê ye, ku ji sê paran yekê veberhênanên Herêmê pêk tîne.

Li gorî daneyên ku Rûdawê ji odeya bazirganiya Herêma Kurdistanê wergirtiye, li Herêmê zêdetirî 5 hezar 800 kompanî û ofîsên xanûberan hene.

Li gorî lêkolîna ku di meha Hezîranê de ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hatiye kirin, Hewlêr cihê sereke yê vê bazarê ye

Li gorî lêkolîneke ku di meha Hezîranê de ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hatiye kirin, Hewlêr cihê sereke yê vê bazarê ye, ku guherînên di sektora xaniyan de li Herêma Kurdistanê di navbera 2019-2021 de nîşan dide. Bi giştî 89 hezar û 257 yekîneyên niştecihbûnê li Hewlêrê hene, ku zêdetirî nîvê tiştên li seranserê Herêmê pêk tînin. Li Silêmaniyê zêdetirî 31 hezar li Duhokê zêdetirî 53 hezar û li Helebce 1000 in.

Li gorî lêkonînê "Li Iraq û Herêma Kurditanê ji bo veberhênana xanî, kirîn û firotinê, navenda parêzgeha Hewlêrê bazara herî çalak e. Hejmara giştî ya projeyên xanî li parêzgeha Hewlêrê 93 ye."

Li gorî lêkolînê bihayên xaniyan ji bo yek metre sêca ji sala 2019an vir ve % 7,8 zêde bûye û erd ji sedî 26,67 zêde bûye. Her çend apartman li Hewlêrê herê biha bin jî, lê di lêkolînê de hat dîtin ku "biha mehane û heftane diguherin."

Ji ber qeyrana aborî Herêma Kurdistanê di sala 2015an de rekorek daketina bihayê xanûberan dît.

bihayên xanî û kirêyan di sala 2018an de yekem car dest pê kir ku yekem car piştî ku Dewleta Islamî di sala 2014 -an de Iraq dagir kir.

Piştî ku DAIŞê têk çû bihayên xanî û kirêyan di sala 2018an de yekem car dest pê kir ku dîsa zêde bibe.

Welatiyên ji navend û başûrê Iraqê hatin Herêma Kurdistanê, û gelek kompaniyên biyanî yên ku ji tirsa DAIŞê ji Herêmê derketibûn vegeriyan. Ji ber ku biyaniyan Herêmê pir xeternak didîtin avahîsazî hatibû sekinandin.

Seroka xanûberan a Manarê Baxça Mihyedîn ji Rûdawê re got “Em dibînin ku van salên dawî di hemî waran de pêşkeftinek baş heye, lê yek ji wan xanûber e. Tenê di nav çend salan de, me karîbû pêşkeftinek mezin û bilez bibînin. Wek em dizanin xanûber berê ne wiha bû, tenê ofîs û kirîn û firotina normalhebû, lê niha gelek hat guhertin. Gelek mekanîzmayên me û teknîkên kirîn û firotinê hene.”