Li Bakurê Kurdistanê 7 qaymeqam ji kar hatin dûrixstin

07-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê 7 qaymeqam ji kar hatin dûrxistin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, biryara dûrxistina 7 qaymeqaman li sê parêzgehên Bakurê Kurdistanê ragihand.

Li gor biryarê, li parêzgeha Rihayê 2 qaymeqam, li Êlihê 2 û li Erzeromê jî 3 qaymeqam ji kar hatin dûrxistin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, ew qaymeqam di çarçoveya lêpirsîna dosyeya Cemaeta Gulen de ji kar hatine avêtin.

Piştî qeymeqamên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin, hat zanîn ku qeymeqamên navçeyên Karakopru û Kaniya Xezalan ên Rihayê û qeymeqamên navçeyên Îd, Xinûs û Uzundereyê ên Erzeromê jî ji kar hatin dûrxistin.

Cîgirê Waliyê Rihayê Abdullah Abîd Oztoprak tayînî şûna Qeymaqamê Karakopruyê hat kirin û Qeymeqamê Heranê Cîhan Koç jî bi wekaletî tayînî şûna Qeymeqamê Kaniya Xezalan Hamza Ozer hatiye kirin. 

Hat zanîn ku ew qeymeqam bi hêceta têkiliya wan bi Cemata Gulen re heye ji kar hatine avêtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst