Hêzên Tirkiyê rê nedan şanda partiyên Kurdî derbasî gundê karkerên Mêrdînî bibe

07-09-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Hêzên Tirkiyê rê nedan şanda Tifaqa Kurdistanî derbasî nav gundê Kelek li Şemrexa Mêrdînê bibe. Wêne: Rûdaw
Hêzên Tirkiyê rê nedan şanda Tifaqa Kurdistanî derbasî nav gundê Kelek li Şemrexa Mêrdînê bibe. Wêne: Rûdaw
Nîşan Mêrdîn Gundê Kelek Tifaqa Kurdistanî Karkerên Kurd Sakarya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar bû îro şandeke Tifaqa Kurdistanî serdana gundê Kelekê li qezaya Şemrexa Mêrdînê bike, lê hêzên Tirkiyê rê nedan ew şanda partiyên Kurdistanî derbasî gund bibe.

Kelek gundê wan karkerên Kurd e ku roja 4ê Îlonê li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê, hejmarek nejadperestên Tirk êrîşî wan kiribûn.

Şand ji nûnerên Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Herêmên Demkratik (DBP), Berdevka HDPê Ebru Gunay, Birîkara FraksIyona HDPê Meral Bêştaş, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftîyurek, Partiya Azadî, Partiya Insan û Azadî, Platforma Demokrata Kurd-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd, pêk tê.

Endamên şanda Tifaqa Kurdistanî îro demjimêr 11:00 ji bajarê Amedê ve ber bi gundê Kelekê yê ser bi Şemrexa Mêrdînê ve birêketibûn.

Tifa Kurdistanî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû, ew dê ji bo şopandin û agahdarbûna rewşa karkerên Kurd ên ku li Sakarya rastî êrîşa nejadperestî bûbûn, biçin gundê Kelekê li Şemrexa Mêrdînê.

Li aliyekê din, Walîtiya Mêrdînê îro ragihand, gundê Kelekê bo dema 7 rojan hatiye kerentînekirin û çûn û hatin li wî gundî hatiye qedexekirin.

Walîtiya Mêrdînê derbarê sedema vê biryarê de jî ragihandiye, bi armanca pişkinînên Covid-19 ev biryar hatiye dan, ji ber ku li gor daxuyaniyê, “karkerên demsalî li wan navçeyan zêde ne û guh nadin tedbîrên xweparastina ji Coronayê.”

Piştî hêzên Tirkiyê rê nedan ew derbasî gundê Kelekê bibin, şanda Tifaqa Kurdistanî daxuyaniyek da û ew daxuyanî ji aliyê Birîkara FraksIyona HDPê Meral Bêştaş û Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftîyurek hat xwendin.

Sinan Çiftyurek got, ku ew demek e dirêj e li Tirkiyê êrîşên li dijî Kurd berdewam in û eger Kurd li Sakarya û Mugla û Yozgatê rastê êrîşan bên li wî welatî demokrasî nîne.

Meral Beştaş jî got: “Eger em li wê welatî yekîtiyê biparêzin divê Kurd û Turk wek hev bin. Li vê derê ev rê li ber me digirn û ev ne yasayî ye, em wê yekê ret dikin. Îro dikarin rê li ber hevdîtina me û wan gundiyan bigrin lê sibe yan rojeke din m ê bi wan re hevdîtinan bikin. Karê yasayê yên ku pêwîst bike em ê bikin , em vê nejadperestiyê qebûl nakin , em vê cudakariyê qebûl nakin, ji bo ku em li gel xelkê bin em li vê derê ne xelkê Kurd bi tenê nîne,  ez bang li hemû xelkê Tirkiyê dikim yan li dijî vê nejadperestiyê derkevin.”

Beştaş hewiha got: “Ez bang li desthilatê dikim, rêya çareserkirina vê pirsgirêkê ev e ku ew kes bêne girtin, kesên ew biryar dane divê bêne girtin neku wan bigre û piştre azad bikîn û destê xwe li pişta wan bidî, wê demê ew bûyer wê zêde bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst