Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê hewldanên bo dîtina xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku ji 5ê Çileya 2020an ve winda ye, piştî serneket, xwişk û dayîka wê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, lê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Dayik û xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku di ev 247 rojin agahî jê nayê girtin Bedriye û Aygul Doku ji bo bê dîtin, kesên bûne sedema beserûşûnbûna wê  bên girtin û darizandin li Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Bedriye Doku got: “Heta ku keça min neyê dîtin ez dê li vê derê bim. Bila hestiyên keça min bêne dîtin, ez her roj dimirim.”

Herwiha Aygul Doku jî daxwaza dîtina xwişka xwe kiri û got: “Ew hêj 20 salî bû. Ez weke navê xwe dizanim, Zaynal Abarakov û malbata wî dizanin Gulîstan li kurderê ye. Divê ew bersiva wê bidin. Heta em Gulîstanê nebînin em ji vê meydanê dernakevin. Ji bo ku xwişka min bê dîtin me dest bi çalakiya rûniştinê kir”

Hêzên ewlehiyê rê li ber çalakiya Bedriye û Aygul Doku girtin û paşê jî ew desteser kirin bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Dêrsimê şandin.

Gulîstan Doku li Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê di Beşa Perwerdekirin û Pêşxistina Zarokan de  xwendakarê pola duyemîn bû. Piştî ku bi hevalê xwe re şer kir ji 5ê Çileya 2020an ve winda ye. Heta niha di derbarê bûyerê de guman tenê ji hevalê Gulîstanê, Zaynal Abakarov tê kirin.