Li Rojavayê Kurdistanê jîngeh bûye qurbaniya şer

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ji ber şer pevçûnan keşûhewa û jîngeh jî bûye qurbaniyên wê rewşa aloz.

Berî niha jî girîngî bi paqijiya jiîngeh û keşûhewaya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne hatiye dayîn û ji ber aloziyan jîngeh û geş û hewa gelekî pîsbûye û heta ku keşûhewaya wî welatî bigihêje astekê, ku êdî ber bi pakbûnê ve here pêwîstî bi dehan salan heye

Zana û şarezayên jîngehê diyar dikin ku pirsa pakirin û çakirina keşûhewa û jîngehê, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi pirsên siyasî, leşkerî, ewlehî, abûrî, rewşenbîrî û perwerdeyî ve, girêdayî ye û pêwendiyeke wê ya xurt ligel wan hemû waran heye.

Deh sal ji şer, pevçûn, wêrankirin, topbaran û  bombebaranan li wî welatî, hokarên sereke bûn, ji bo têkçûna bêhtir a keşûhewaya wî welatî, û pîsbûna jîngehê, bi awayekî metirsîdar, ku êdî nexweşî gelekî belav dibin û qurbaniyên wê rewşa keşûhewayê, ne kêmî qurbaniyên şer û pevçûnan in.

Pîsbûna jîngeh û keşûhewaya Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, li ber çav e, ku berê jî guhdan, weke pêwîst, bi pakî û paqijiyê, nedihate dan, êdî di dema deh salên krîzê û bêserûberiyê de, rewş aloztir bûye, bi awayekî ku bi dehên salan pêwîst in, heta ku keşûhewaya wî welatî bigihêje astekê, ku êdî ber bi pakbûnê ve here.

Di encama bikaranîna sûtemeniyên xirab û ziyandar û rafîbneriyên kevn û neyasayî, herwiha pîsbûna ba û avê de, jîngeh di rewşeke xirab de ye.

Ji ber kombûna gemar, zibil û gilêşê, keşûhewaya piraniya navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, rûbirûyî gelek ziyanên mezin û metirsîdar dibin. Di nav de jî, tora avrêjinê hatiye têkbirin û piştguhxistin, êdî av jî gemar bûye.

Bi sedema şer û pevçûnan, keşûhewaya bajar û bajarokên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, di rewşeke metirsîdar de ne. Di wî şerî de, çekên corbicor û ziyandar, hatine bikaranîn, di nav de jî çekên kîmawî, xaza sarîn, klor û xerdelê, herwiha top, bombe û mayin, û teqîna otombîlên bombekirî.

Di encamê de, kavil û bermayên wêraniyê û zibil û gilêşê kom bûne, bi awayekî ku rakirina wan, alîkarî û demeke dirêj dixwaze.

Dûyê ziyandar ê otomobîlan û motorên elektrîkê û sobeyan, herwiha şewitandina dehên hezaran hektar daristan an û zeviyên çandiniyê, û birrîna daran û rawestana kerta çandiniyê û berfirehbûna zuhabûn û hişkiyê, bi sedema kêmbûn û nepakiya avê.

Ziyanên pîsbûna keşûhewayê, ne tenê digihêjine mirovan, lê belê ew ziyan digihêjine ajel, çandinî û nişîngehan.

Keşûhewa û jîngeha nepak, dibine sedema ji bo belavbûna nexweşiyên metirsîdar ên weke penceşêrê, kulbûna amêrên henasedanê, kulbûna kezebê, jehrî û gelek nexweşiyên din ên weke melarya, êşa zirav û leşmanyayê.

Zana û şarezayên jîngehê nîşanê bi wê yekê didin ku pirsa pakirin û çakirina keşûhewa û jîngehê, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi pirsên siyasî, leşkerî, ewlehî, abûrî, rewşenbîrî û perwerdeyî ve, girêdayî ye û pêwendiyeke wê ya xurt ligel wan hemû waran heye.