Parlamentoya Îranê derbarê kolberan de daxwazek ji hikûmetê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îranê daxwaz ji hikûmeta wî welatî dike ku planekê ji bo rêlibergirtina kuştina kolberan amade bike.

Parlamentoya Îranê îro, 09.07.2020, civînek encam da û di wê civînê de behsa rewşa Kolberan jî hat kirin û hejmareke parlamenterên Kurd nerazîbûna xwe li ser bûyerên kuştina kolberan nîşan dan.

Li ser vê nerazîbûna parlamenterên Kurd, Serokatiya Parlamentoya Îranê daxwaza zelalkirinekê ji bo wan bûyerên kuştina kolberan ji hikûmetê kir.

Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoyê Emîrhisên Qazîzade Haşimî ku serokatiya civîna parlamentoyê dikir, daxwaz ji Cîgirê Hesen Rûhanî yê bo karûbarên parlamentoyê kir bo ku hikûmet planekê ji bo dûbarenebûna kuştina kolberan dayne û vê derbarê de bi fermî raporekê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Emîrhisên Qazîzade Haşimî, dibêje, “Babeta kolberan bûye pirsek ku di asta Hikûmeta Îslamî de nîne, dûbare jî dibe. Hinek projeyên diyarkirî û biçûk tên cîbicîkirin ku heta demekê hejmara qurbaniyan kêm dikin, lê dûbare wek xwe lê tê.”

Qazîzade Haşimî got jî, “Parlamento çaverêyî hikûmetê ye ku planekî rast û guncaw ji bo rêkxistina karûbarên kolberan dayne” û daxwaz ji Cîgirê Hesen Rûhanî kir, “ li pey wê babetê biçin û encaman ji parlamentoyê re rabigihînin” û gto jî, “Pirseke hestyar e û herwiha dûbare dibe, em çaverê ne raporteke fermî di vê derbarê de bi parlamentoyê bê dayîn.”

Ev daxwaza parlamentoya Îranê di demekê de ye ku Kolberên Kurd ku dabînkirina debara jiyana wan li ser bazirganiya li ser sînor e û bi pişta xwe bi kîlometreyan bar hildigirin di nav şert û mercên zehmet de, berdewamî rastî teqe û êrişên pasdarên Îranê tên û di encamê de jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Ew kolberên tên kuştin li xalên sînor ên diyarkirî û naskirî hatinûçûnê dikin û barên wan jî diyar in û hêzên parastina sînor ên Îranê jibilî teqekirina li kolberan dest bi ser barên wan de jî digirin.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê di sala 2019a de 245 kolber hatine kuştin û birîndarkirin ku 57 kolber di encama teqekirina rasterast ên hêzên Îranê de canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên  Mirov a Hengawî jî di meha Tebaxa îsal de 31 kolber û kasibkar hatine kuştin û birîndarkirin.