Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji kar hatin dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed û Agirî yên Bakurê Kurdistanê du qeyûm ji kar hatin dûrxistin. Qeyûmê Şaredariya Farqînê Mehmet Uslu û Qeyûmê Şaredariya Giyadînê Hasan Dogan ji ber derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji kar hatin dûrxistin.

Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak piştî ku 24ê Adara 2020an ji kar hat dûrxistin, Qeymeqamê Qezayê Mehmet Uslu li şûna wê wek qeyûm hatibû danîn. Uslu, di çarçoveya lêpirsînekê de ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derheqê wî de daye destpêkirin, ji kar hat dûrxistin.

Li şûna Uslu vê carê jî Qeymeqamê Qezaya Çerkeşê ser bi parêzgeha Çankiri ya Tirkiyê Omer Faruk Çelîk hat danîn. Lê ti zanyarî nehatine belavkirin ka li ser çi derbarê Mehmet Uslu de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hasan Dogan jî ji kar hat dûrxistin ku wek qeyûm li şûna Hevseroka Şaredariya Giyadînê Betûl Yaşar hatibû danîn. Hatiye ragihandin Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya dosyeya Cemaeta Gulen de derbarê Hasan Dogan de lêpirsîn daye destpêkirin. Hevseroka Şaredariya Giyadînê Betûl Yaşar piştî ji kar hat dûrxistin, hatibû girtin.

Di 13ê Tîrmeha îsal de, Şaredara HDPyî ya Giyadînê li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, Betul Yaşar ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û her piştî desteserkirinê li cihê wê qeyûm hatibû danîn.

Walîtiya Agiriyê wê demê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, Şaredara Giyadînê Betul Yaşar bi tometên “endamîtiya di rêxistina terorê de” û “propagandaya terorê”, li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, ku ji ber berdewambûna lêpirsîna di derheqê betul Yaşar de, li cihê wê Hasan Dogan wek qeyûm hatiye diyarkirin.