Sezaî Temellî dê ligel Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive

07-09-2019
RÛDAW
Şanda HDPê îro serdana Herêma Kurdistanê dike
Şanda HDPê îro serdana Herêma Kurdistanê dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke HDPê bi serokatiya Sezai Temelli ku îro serdana Kurdistanê dike dê çar rojan li Herêma Kurdistanê bimîne û çend civînan saz ‎bike.

Şanda HDPê ku ji Hevserokê wê Sezai Temelli, Parlamenterê HDPê yê Amedê Hişyar Ozsoy û Parlamenterê Agirî Bedran Ozturk pêk tê, yekem car ligel Barzanî dicivin.

Herwiha di bernameyê şanda HDPê de heye ku serdana PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî jî bikin. Berdevkê HDPê Saruhan Oluç armanca serekî ya serdanê ji Rûdawê re vedibêje.

Berdevkê HDPê Saruhan Oluç  diyar dike, ‎“Niha wek hûn dizanin şandeke HDPê ku piraniya wan parlamenterên jin in, li Hewlêrê ne. Hevdîtinên wan ligel Seroka Parlamentoyê û saziyên din hene. Şandeke me ya din jî bi heman awayî hevdîtinên fermî ligel berpirs û saziyan dikin. Yek ji sideman ew e ku bê zanîn çi pêngavek baş e bê avêtin bo anîna aştiyê li navçeyê. Dever di rewşeke dijwar re derbas dibe. Hem êrîşeke zêde bo ser Kurdistana Iraqê heye û hem jî bi giştî em berê xwe didinê navçe dikele.”

Berdevkê HDPê amaje bi wê yekê jî da ku girîng e hevahengî di navbera hêzên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê de hebe. Oluç da zanîn ku hinek welatên navçeyê dixwazin Kurd şerê Kurd bike, lê HDP tekez dike ku nabe careke din xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin.

Berdevkê HDPê Saruhan Oluç herwiha dibêje, “Em ji dîroka qedîm û ji dîroka nêzîk dizanin ku teşwîqkirina Kurdan êrîşî Kurd bikin, herwiha şikandina Kurdan bi rêya Kurdan bi xwe, bingehê siyaseta dewletên navçeyê bû. Îro jî hinek dewlet hene xwediyê heman aqiliyetê ne. Di vê navberê de yê zerar dît gelê Kurd bû. Ji bo careke din Kurd nekevin rewşeke wiha, gotûbêjê li ser yekîtiyeke neteweyî dikin, qala wê yekê dikin ka pêwîst e çi pêngaveke bilez biavêjin.”

Şanda HDPê herwiha di civînan de behsa proseya çareseriyê û danîna qeyûman bo ser hinek şaredariyên Bakurê Kurdistanê dike. Heryek ji Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji destpêka proseya çareseriyê ve sala 2013an rolekî aktîv dîtin û Nêçîrvan Barzanî Adara îsal di hevpeyvînekê de ligel El Monitorê, tekez kir ku dive bi rêya dîplomasiyê pirsa Kurd li Tirkiyê were çareserkirin û got: “Rêya leşkerî nikare pirsgirêka navbera hikûmeta Tirkiye û PKKê bi yek carî çareser bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst