Şaredariya Xarpêtê 3 roj mohlet dan penaberên Sûrî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Xarpêtê Mucahit Yanilmaz ku ser bi AK Partiyê ye got, sê roj mohlet dane penaberên Sûrî daku dikanên xwe bigrin û Taxa Sanayiyê bicîh bihêlin.

 

Kîn û nefreta li beramber penaberên Sûrî li Tirkiye û hinek bajarên Bakurê Kurdistanê zêde dibe. Şeva borî li Taxa Sanayiyê ya Xarpêtê şer û pevçûn di navbera penaberên Sûrî û xelkê taxê derketibû û hemû dikan û cihên kar ketibûn ber êrîşa akinciyên taxê.

 

Şevê din dîsan aloziya di navbera wan de berdewam kir û akinciyên taxê li cihê bûyera şeva borî kom bûn. Serokê Şaredariya Xarpêtê Mucahit Yanilmaz jî ku ser bi AK Partiyê ye got, sê roj mohlet dane penaberên Sûrî daku taxê bicîh bihêlin.

 

Yanilmaz da zanîn ku sê roj dane penaberên Sûrî ji bo dikanên xwe bigrin û ji taxê derkevin û got: "Wek şaredariyê me qet destûra kar nedaye penaberên Sûrî û nadin. Kesên pêwist bike biçin jî dê biçin. Em qet nahêlin kesek hizûra me têk bide."

 

Êvara roja Çarşembê şer û pevçûn di navbera akinciyên Taxa Sanayiyê ya Xarpêtê û penaberên Sûrî de çêbûbû û grûpekê êrîşî dikan û kargehên penaberên Sûrî kiribûn û zerareke zêde gihandibûn wan.