Serkirdeyê Komela Îslamî: Di referandumê de em nabêjin "Na"
Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê Komela Îslamî yê li Parlementoya Iraqê Zana Rostayî ragihand, ku partiya wan ji aliyê prensîbê ve li gel giştpirsiyê ye ji bo serxwebûnê û tenê ji aliyê mekanîzmayê ve nêrîna wan li gel aliyên din cuda ye.
Parlementerê Komela Îslamî yê li Parlementoya Iraqê Zana Rostayî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û diyar kir: “Misoger e ku dengê alîgir û berpirsên partiya me 'Nexêr' nîne.” û aşkere kir: “Ti kurdekî tine ye ku jê dewletbûna serbixwe were pirsîn û ew jî bibêje 'Na'.”
Zana Rostayî herwiha got: “Pêwîst e biryara pêkanîna giştpirsiyê li parlementoyê were dayîn, ne ku partiyên siyasî vê biryarê bidin. Ji ber vê yekê Komela Îslamî ya Kurdistanê daxwaz dike ku li ser vê biryara çarenûssaz, parlemento biryar bide.”
Rostayî amaje bi wê yekê kir, ku partiya wan pêşwaziya aktîvkirina parlementoyê dike û di civîna parlementoyê de biryara xwe ji bo beşdarbûnê dê aşkere bike.
Zana Rostayî diyar kir, ku rêya referandumê ji Bexdayê derbas dibe û got: “Li ser rêya referandum û serxwebûnê, rêya herî baş diyalog e. Ji bo vê armancê pêwîst e em bi Bexdayê re li hev bikin. Em li gel wê yekê ne ku bi rêya diyalogê em dewleta xwe damezrînin. Kurd li vê herêmê di navbera 3 gelên bêwijdan de dijîn. Di vê qonaxê de divê em bi tundî neaxivin. Em weke siyasetmedarên Kurd, divê her dem behsa diyalogê bikin.”
Rostayî herwiha got: “Pirsgirêk ev e ku birayên me yên Ereb ji aliyê prensîbê ve heta niha ne li gel serxwebûna dewleta Kurdan in. Weke prensîb vê yekê qebûl nakin. Pirsgirêka herî mezin ev e. Dibêjin 'ji mêj ve xeyala kurdan ev e', lê diyar dikin ku 'ne dema wê ye'. Nexwe em ji wan dipirsin 'Dema wê çi wext e?' lê ev jî ne diyar e.”
Li ser propagandaya referandumê jî Zana Rostayî destnîşan kir, ku li gor wî pêwîst nîne ku ji bo referandumê propaganda were kirin û diyar kir, ku ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe û biryara dewletbûnê, pêwîstiya xelkê Kurdistanê bi propagandayê nîne.
Niha li parlementoya Iraqê mijarek di rojevê de ye ku ji bo dûrxistina Dr. Necmedîn Kerîm ji parêzgariya Kerkûkê, îmze têne komkirin û li ser pirsa "Gelo li ser vê mijarê zanyariyên we çi ne?" Zana Rostayî aşkere kir:
“Guherandina parêzgar, li gor yasaya 21ê wisa ye; Encumena Wezîran li ser çend sedeman daxwazek dişîne parlementoyê û parlemento jî bi piraniya dengan, wê daxwazê qebûl dike û parêzgar ji meqamê xwe tê dûrxistin. Weke ku bi serê Parêzgarê Neynewayê Esîl Nuceyfî de hat. Heta niha Serokwezîrê Iraqê daxwazek nekiriye. Ji ber vê yekê, eger li Parlementoya Iraqê 300 îmze jî berhev bikin, parlemento nikare wê rêyê bigre ber. Çimku ev rêkarekî yasayî nîne ji bo dûrxistina parêzgar.”
Zana Rostayî da xuyakirin, ku li paş vê hewldanê, di pileya yekem de Tirkmen û Erebên Kerkûkê hene û diyar kir, ku bêguman Erebên Sunî û Şîe jî di vê pêvajoyê de hevbeş in.