HERÊMA KURDISTANÊ/FRANSA: Pêwendiyên baş û armancên hevbeş

07-09-2016
RÛDAW
Nîşan Fransa François Hollande Kurdistan Civîna Lutkeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fransa yek ji wan welatan e ku, berawirdê welatên Eropayê, piştî derketina DAIŞê zirareke mezin dîtiye. Vî welatî di şerê li dijî DAIŞê de bi gelek awayan alîkarî pêşkeşê Herêma Kurdistanê kiriye. 

 

Pêwendiyeke baş di navbera Serokomarê Fransayê François Hollande û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de heye. Herdu serokan çend caran hevdîtin pêk anîne û Hollande yekemîn serokdewlet e ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye.  

 

Di destpêka şerê DAIŞê de Serokomarê Fransayê Hollande bi rêya telefonê li Serok Barzanî geriya û soz da ku di zûtirîn demî de çekên Fransayê bigihin destê Hêzên Pêmerge. Di nava 2 salên derbasbûyî de carekî Serokomarê Fransayê û çendîn caran jî wezîrên berevanî û derve yê vî welatî serdana Kurdistanê kirin.

 

Hevdîtinên Barzanî û Hollandeyê:


 

- 23-05-2014: Mesûd Barzanî li Koşka Elîze ya Parîsê ligel Hollande civiya.

 

- 12-09-2014: François Hollande yekemîn serok bû ku serdana Hewlêrê kir. Di vê serdanê de ligel Serok Barzanî civiya û di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê ragihand.

 

- 10-02-2015 Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî serdana Parîsê kir. Di vê serdanê de ligel Serokê Fransayê Hollande civiya. Serokê Fransayê careke din soza şandina alîkariyê ji bo Hêzên Pêşmerge da.

 

Fransa zû alîkarî gihande pêşmerge

 

Di destpêka hema Tabaxa sala 2014ê berê êrîşên xwe da Başûrê Kurdistanê. Fransayê yekser piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistanê ragihand.

 

Roja 12ê Tabaxa 2014ê Wezîrê Derve yê wê demê yê Fransayê Loran Fabius daxwaza civîneke lezgîn ji wezîrên derve yê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir. Fransayê daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku li hember êrîşên DAIŞê alîkariyê bidin Herêma Kurdistanê.

 

Roja 13ê Tebaxa 2014ê, wate çend roj piştî destpêkirina êrîşên DAIŞê, François Hollande bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re danî û got ku dê di nava demek kurt de çek bigihin destê pêşmerge.

 

Alîkariyên Fransayê yên ji bo Hêzên Pêşmerge piştî wî dîdarê dest pê kir û heta niha jî berdewam dike. Di meha Hezîrana 2016ê de du karwanên alîkariya leşkerî ji Fransayê gihiştine Kurdistanê.

 

Beşek ji alîkariya leşkerî ya van karwanan jî mûşekên cure MM90, sedan heza gulle, bombe û dûrbînên şevê bûn.

 

Gihiştina vê alîkariyê di demekê de bû ku 2 meh beriya wê Wezîrê Berevanî ya Fransayê Jan Eve Ludrian hatibû Hewlêrê û pirsa pêwîstiyên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge kiribû.

 

Fransayê pêşmerge perwerde kirin

 

Di perwerde û rahênana Hêzên Pêşmerge de jî Fransayê roleke giring leyîst. Di Îlona sala 2014ê de hikûmeta Fransayê dest bi şandina şêwirmendên leşkerî kir.

 

Şêwirmendên leşkerî yên Fransayê di kampên Kurdistanê de, perwerde didin pêşmergeyan da ku bikarin bi awayeke serkeftî çekên giran û pêşkeftî bikarbînin.

 

Frokeyên Fransayê sînorên Başûrê Kurdistanê diparêzin

 

Fransayê di ware hêzên esmanî de jî alîkarî da Hêzên Pêşmerge. Fransa bi 10 firokeyên şer beşdarê şerê DAIŞê dibe. Gelek caran firokeyên Fransayê li sînorên Başûrê Kurdistanê çeperên DAIŞê bombebaran kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst