Çadir bi ser koçberan de ketin

Dihok (Rûdaw)- Ji ber ba û baranê gelek çadirên koçberan bi ser wan de ketin, gelek jî av çû bin wan. Koçber dibêjin, rewşa wan pir xerab e.

Şevê din ji ber bayê xurt û barana zêde, li kampa Xankê ya parêzgeha Dihokê, gelek çadirên koçberan qetiyan û bi ser wan de ketin, herwiha ava baranê çû bi çadirên wan û ew neçar kirin ku ji çadirên xwe derkevin. Kelûpelên wan têk çûne, lê ya herî girîng ku hemû selamet in.

Yek ji koçberên wê kampê dibêje, “Rewşa me pir xerab e, çadirên me hemû rizya ne û zû diqetin. Gereg van çadiran ji me re biguherin, ji ber ku ji ber piştek ba diqetin. Gundî şevê din bi me ve hatin û em birin malên xwe.“

Herwiha koçberekî din dibêje, “Hikûmeta Iraqê ti alîkarî nedaye me, tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya me dike, lê em hêvîdar in alkariyên xwe bike.”