Pêşmergeyekî birîndar xortan şîret dike: Neçin

Hewlêr (Rûdaw)- Pêşmergeyekî birîndar, ku li derveyî welat dihat dermankirin, bang li xort û ciwanên Kurdistanê kir ku, xuşk û dayîkên xwe bi tenê nehêlin û ji welatê xwe bar nekin.

13 pêşmerge bo dermankirina birînên wan bo derveyî welat hatibûn şandin. Ew pêşmerge hatine vegerandin ûyek ji wana bi rêya Rûdawê bangekê li xortên kurd dike.

Ew pêşmerge navê wî Selman Ferman e û karê wî pûçkirina mayinan bû, lê yek ji wan mayinan pêde teqiya û birîndar bû. Herdu ling û destekî wî jêbûn, herwiha herdu çavên wî kur bûne û guhekî xwe jî jidest daye.

Derbarê koçkirina xortan, Selman Ferman ragihand: “Ez hêvî ji xortan dikim ku koç nekin û kurdperwer bin. Guneh e xortên me diçin derve û koç dikin. Eger ji wan 10 hezar xortên ku koçber bûne, tenê 5 hezar bibin Pêşmerge, êdî DAIŞ bi ti awayî nêzîkî me nabe. Xuşk û dayîkên xwe bi tenê nehêlin, bimînin, parastina wan bikin.”

Ferman wiha got: “Ez destxweşiyê li Rûdaw dikim û hêvîdar im ku wek çawa dengê Kobanî gihand hemû dinyayê, dengê min jî belav bike. Ez perçe perçe bûme, ev 9 meh in ku ez birîndar bûme û Wezareta Pêşmerge tiştek ji min re nekiriye, tenê xêrxwazekê alîkariya min kir û ez şandim derve.”

Ew pêşmergeyê birîndar hêj çavê wî nabînin û hêvî dike ku Wezareta Pêşmerge alîkariya wî bike ji bo çareserkirina çavê wî. Ew dibêje: “Eger tenê çavek min baş bibe, ez tiştekî din naxwazin. Ez dixwazim bi wî çavî kurê xwe yê ku hêm min ew nedîtiye, bibînim.”