Sivîlan term leşkerên Tirkiyeyê radestî qereqolê kirin

07-09-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Colemêrgê yê berê Esat Canan ligel nêzîkî 200 sevîlan çûn cihê bûyera Oremarê.

 

Li gorî agahiyan lijneyek ji nêzîkî 200 welatiyan pêk tê di bin rêveberiya Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Esat Canan de ji Parêzgariya Colemêrgê destûr stand û çûn cihê êrişa li herêma Oremarê.

 

Hat gotin lijne ji cihê bûyerê cihê enazeyên leşkerên Tirkiyeyê anîn û radestî qereqola Kamişlî kirin.

 

Hat gotin li herêmê hêj pevçûn berdewam dike.

 

Şeva borî li devera Oragmarê ya girêdayî bajarokê Geverê yê Bakurê Kurdistanê, bombe bi karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê de teqiyabû, paşê şer û pevçûn di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên PKKê de derketibû. 

 

Sererkaniya Tirkiyeyê derbarê bûyera duhî de daxuyaniyek da û  diyar kir 16 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.

 

Ji aliyê din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di encama çalakiya şevê din ya li Geliyê Dostî a  hemberî leşkerên Tirkiyeyê de hatî lidarxisitn de 1 jê Serhengê Serkanî bi giştî 31 leşker hatine kuştin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst