Berpirsê Kantona Cizîrê Salih Gedo bo hevdîtinan diçe Ewropayê

07-09-2014
RÛDAW
rudaw
rudaw
A+ A-


Li ser ragihandina Birahîm Birû, ku duh ji Rûdawê re ragihand dibû ku heger rêveberiya xweser bi hevparî û şeraketê razî nebe, hêzên navdewletî wê rêveberiyê weke rejîmê hesab bike.


Salih Gedo , berpirsê peywendiyê derve yê kantona cezîrê ji rûdawê re ragehand:


Biro nûnerê partiya xwe ye û ne nûnerê hêzên navneteweyî û Emerîka ye. Bersiva Biro bersiveka ne pijiyayî û ne siyasî ye , ji ber ku xwe xistiye şûna nûnerê welat û hêzên nêvdewletî .


Salih Gedo , her wesa ji Rûdawê re li ser seredanan şanda rêveberiya xweser ji bo ewropa ragehand :


"Beriya 2 mehan gava em li Ewropa bûn, me soz ji hindek aliyên ewropaî sitand ku di serê miha 10an de em bi wan re bicivin. Sedemê çûyîna min a Ewropayê ev e."


Lê Gedo her wisa di berdewamiya daxwiyaniya xwe ji Rûdawê re got:


"Yek ji xwestekên me yên giring  yê seredanan vê carê, ew e ku piştgêriya rojavayê kurdistanê were kirin ji aliyê Ewropa û Emerîka ve, bi taybet di warê leşkerî de. Ji % 70 ez bawerim hêzên navdewletî wê alîkariya rêveberiya xweserî bikin di şerê li dijî DAÎŞ de.  Ji ber ku rojavayê kudistanê xwe îsbat kiri di şerê xwe yê vê dawiyê bi DAÎŞ û girûpên tundrew re , lewra piştgiriya rêvberiya xweser ji aliyê hêzên navdewletî ve di xizmeta hemî aliyan de ye.


Pirsên li bala mirov dimînin, di seredanê berê yên şanda rêveberiya xweser de bû Ewropa, ji bilî dîtina partiyên çep, çiyê dî karîn bikin çima piştî 2 heyvan kesî encamê van civînan ne dîtin û bandora xwe ya berçav li rojavayê kurdistanê ne kirin.


Gelo ji qelsiya dîplomantiya rêvberiya xwesere û nikarin baweriyê ji ewropiyan re çêke!


Yan jê pîverên avabûna rêveberiya xweser li gor pîverên ewropiyan hevnagirin?

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst