Nêçîrvan Barzanî: Li Herêma Kurdistanê dê borsa bê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê bûye sedema pêşketin û geşekirina aborî û rakişandina bazirgan û şîrketên biyanî bo Kurdistanê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de digel kovara Investîng Grup de behsa pêşketin û geşekirina aborî ya Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku sedema geşekirina aborî ya Herêma Kurdistanê aramiya siyasî ya wê ye.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hertim şîrket û berhemkarên biyanî teşwîq kirine da ku li Herêma Kurdistanê kar bikin û wiha got: “Deriyê Herêma Kurdistanê hertim bo kesên ku dixwazin berhemkariyê bikin, vekirî ye.”

Li gorî kovarê, pêşketin û geşekirin li bajarê Hewlêrê li gorî bajarên Silêmanî û Dihok yên Herêma Kurdistanê gelekî zêdetir e. Lê Barzanî li ser vê mijarê wiha dibêje: “Em piştgiriya geşekirina aborî ya bajarên Silêmanî û Dihokê jî dikin û ji ber wê jî me li wan bajaran desteya berhemanîn vekiriye û bi vî awayî dikarin bêyî ku serdana Hewlêrê bikin, mohleta kar bidin şîrketan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pêşketina aborî pêwîstî bi pêşketina mirovahiyê heye û bo vê yekê jî nêzîkî 4 hezar û 300 xwendekar di hemû waran de û bo wergirtina bawernameyên duktora û masterê bo derveyî welêt hatine şandin.

Derheqê astengiyên li hember pêşketina warê darayî û bazarê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Nebûna sîstemek nû û modern bûye sedema wê ku warê darayî û bazar pêş nekeve. Helbet hinek kar hatiye kirin lê hê jî divê gelek kar bê kirin, bo vê yekê borseya Herêma Kurdistanê tê vekirin.”