DÊRSIM - Agirê bi daristanê ketibû hat vemirandin

07-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agirî bi Daristana Zergoviçê ketibû hat vemirandin.

Doh ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera navçeyên Mazgird û Qisleyê de agir bi Daristana Zargoviçê ketibû û belav bûbû.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanê ya Dêrsimê, tîmên agir vemirandinê û AFADê û tîmên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê çûbû cihê bûyerê.

Herwiha ji ber herêmeke çiyayî ye û rê nîne, helîkopter jî ji esman ve beşdarî xebatên vemirandina agir bûbûn.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê agir hat kontrolkirin.

Parêzgariya Dêrsimê diyar kir ku 147 personel li qadê beşdarî xebatên vemirandina agir bûn û di şewatê de tiştek bi kesî nehat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst