Li Wanê piştî 85 salan rêya gundekî hat asfaltkirin

07-08-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Gundê Gembolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Seravê rêya gundekî piştî 85 salan qîr kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê doh li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku tîmên wan rêya gundê Gembolê yê girêdayî navçeya Seravê ku ser bi Wanê ve ye û 133 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Wanê ye, qîr kirine.

Şaredariyê diyar kir ku 85 sal in gundê Gembolê ava ye lê rêya gund nehatiye qîrkirin û heta niha jî ax bûye û ev cara yekê ye ew rê tê asfaltkirin.

Xelkê gundê Gembolê ji bo vê xizmetê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir.

Gundiyek got ku ji ber wê rêya xerab wan gelek zehmetî dîtine û bi saya şaredariya Wanê êdî dawî li wan zehmetiyên wan hatiye.

"Nîvê gund cara ewil e qîrê dibînin"

Kesekî ji  Gundê Gembolê got:

“Cara yekem e rêya me tê qîrkirin. Nîvê xelkê gund yekem car e qîrê dibîne.

 Zivistanan zarokên me diçûn dibistanê, otomobîl li xwarê li benda wan bûn.

Zarokên hinek malbatan zêdeyî kîlometreyekê bi pêyan diçûn.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî derdora 2 serdeman ji rêveberiya qeyûman di hilbijartinên 31ê Adara îsal de careke din kete destê DEM Partiyê.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,4ê dengan bû Serokê Şaredariyê.

Abdullah Zeydan piştî hilbijartinan di yekem civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ragihand ku qeyûm, şaredarî bi buhayê 8,5 milyar lîreyên Tirkî xistiye bin deynan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst