HEWLÊR - Li kargehê teqîn, mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê li kargeheke hesin teqînekê rû da.

Di vê teqînê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn.

Bûyerê îro li gundê Tîmarê li kargeheke hesin rû da.

Serokê Şaxa Hewlêrê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê Yusif Kerîm li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Yusif Kerîm diyar kir ku bermahiyeke teqemeniyan teqiyaye û diyar e ku gule tê de hebûye.

Kesê ku di bûyerê de miriye ji Hindistanê ye û birîndar ne ji Îraqê ne.  

Termê kesê mirî li Saziya Tiba Dadî ya Hewlêrê ye û birîndar jî veguhastine nexweşxaneyê.