Lufthansayê li ser seferên Hewlêrê biryareke nû da!

Hewlêr (Rûdaw) – Lufthansaya ragihand ku ew dê heta 13ê Tebaxê seferên Hewlêrê nekin.

Lufthansaya ku şirketeke hewayî ya Almanyayê ye ji ber endîşeyên ewlehiyê seferên Hewlêr û Emanê heta 7ê Tebaxê, seferên Tel Evîv, Tehran û Beyrûtê jî heta 12ê Tebaxê hatin rawestandibûn.

Heta 13ê mehê hat dirêjkirin

Lufthansayê îro biryareke nû da û ragihand ku ew dê heta 13ê vê mehê asîmanên Îraq û Îranê bi kar neyînin.

Piştî aloziyên li Rojhilata Navîn hinek şirketên Amerîka, Holenda, Hindistan, Brîtanya, Almanya, Swîsre, Îtalya, Yunanistan, Fransa û Polonyayê seferên balafirên ku diçin Libnan û Îsraîlê rawestandibûn.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye jî 31ê Tîrmehê li Tehranê hat kuştin.

Piştî vê yekê li Rojhilata Navîn metirsiya şer zêde bûye.

Lufthansayê jî ragihand ku ew dê ji ber endîşeya ewlehiyê heta 13ê mehê li asîmanên Îraq û Îranê geştên balafiran nekin.