Îraqê 3 partî girtibûn: KCKyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser girtina 3 partiyan daxuyaniyek da.

Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê bi hinceta ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye 3 partî girtin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî bi hinceta ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye daxwaza girtina “Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadiyê” kir.

Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan 1ê Tebaxê bi serokatiya Dadwer Hesen Fuad û beşdariya Dadwer Celîl Ednan Xelef û Dadwer Xelef Remezan Hesen civiya.

Lijneyê biryar da ku ev her sê partî û navendên wan bên girtin û herwiha dest deynin ser aborî û pereyên wan.

“Ev biryar bi temamî siyasî ye”

KCKyê lbi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî girtina van her sê partiyan da û got:

“Bi hinceta ku têkiliya wan bi tevgera me re heye biryara girtina sê partiyên siyasî yên legal hat dayin ku li Îraqê karên siyasî dikin.

Eşkere ye ku Hikûmeta Îraqê li ser daxwaz û zexta PDK û dewleta Tirk ev biryar wergirtiye.

Lewma ev biryar bi temamî siyasî ye. Biryareke antîdemokratîk e ku ti pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne.

Ji ber vê biryara antîdemokratîk em Hikûmeta Îraqê bi tundî şermezar dikin.”

“Dewleta Tirk li pey avakirina hegemonyayê ye”

KCK yê got ku ev biryar bi bondora zextên Tirkiyeyê hatiye standin û li pey çû:

“Dewleta Tirk bi mejiyê neo-Osmanî li herêmê li pey avakirina hegemonyayê ye.

Êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd jî nêzîkatiya li Îraqê jî ji bo vê armancê ne.

Dewleta Tirk bi sorkirina şer dixwaze vê armanca xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk dixwaze Kurdan, Tirkan, Ereban, Yahûdiyan, Farsan û gel û mezhebên herêmê hemûyan bera hev bide û bi vî rengî armancên xwe yên neo-Osmanî bi cih bîne.”

Li hêla din, Tevgera Azadiyê jî îdiayên ku ew bi ser PKKyê ve ne red kirin û got, “Biryar siyasî ye, destên derve û xiyanetê li piştê ne.”