Li Meletiyê pîkap û mînîbûs li hev qelibîn: 10 kes birîndar bûn

07-08-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê pîkap û mînîbûsek li hev qelibîn û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Pîkaba M.Z diajot û mînîbûsa E.D diajot li xaçerêya Topsogutê ya rêya Meletî-Sêwazê li hev qelibîn.

Tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Ajokar E.d û rêwiyên di mînîbûsî de E.D, E.B, O.D, A.B, G.Y, H.D, D.D, S.D. û A.B birîndar bûn.

Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst