Amerîkayê çekên giran şandin ji Pêşmergeyan re

07-08-2024
Nîşan Pêşmerge Amerîka Çekên Giran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê topavêjên “Hawthorne” û çekên giran gihandin Pêşmergeyan.

Amerîka hevkariya xwe ya bi Pêşmergeyan re didomîne û di vê çarçoveyê de çekên nû yên giran şandin.

Amerîkayê roja sêşemê 24 topavêjên “Hawthorne” teslîmî Pêşmergeyan kirin.

“Me ji bo xurtkirina Pêşmergeyan gaveke girîng avêt”

Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw jî beşdarî merasîma radestkirina çekan bû got:

“Me îro keresteyên leşkerî yên girîng ji Wezareta Pêşmergeyan re dabîn kirin.

Me bi yekê jî ji bo xurtkirina şiyanên Pêşmergeyan gaveke girîng avêt.

Ev çek dê şiyanên leşkerî yên Pêşmergeyan bi pêş bixin û ev jî dê têkçûna jibinî ya DAIŞê bi xwe re bîne.”

Mark Straw diyar kir ku ji bo reformên di Wezareta Pêşmergeyan de herin serî gavên baş tên avêtin û got:

“Avakirina hezekê hevgirtî dê di berjewendiya rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.”

“Ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê rojeke dîrokî ye”

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl jî di merasîmê de axivî û wiha behsa girîngiya van çekan kir:

“Îro ji bo Wezareta Pêşmergeyan û Pêşmergeyên Kurdistanê rojeke dîrokî ye.

Hikûmet û artêşa Amerîkayê bi berdawamî alikariyê didin Pêşmergeyan û îro jî ji Pêşmergeyan re çekên giran dabîn kirine ku ji topên giran pêk tên.

Bê guman ev pêngava girîng dê karîna Pêşmergeyan a leşkerî xurttir bike û em hêvîdar in ku çekên bi vî awayî bi berdewamî werin.”

“Dem pêwîst e”

Şoriş Îsmaîl diyar kir ku ji bo reformên Pêşmergeyan herin serî dêm pêwîst e û li pey çû:

“Ez ji bo pêvajoya reforman kêfxweş im lê wekî hemû reforman ji bo vê reformê jî dem pêwîst e.

Koalîsyon jî bi pêşengiya Amerîkayê alîkar e da ku ev pêvoja bi ser bikeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst